Pirsgirêka Kurd an Pirsgirêka Kurdistanê
Doz
Bi vê pirtûkê nivîsarên ku di salên 2005 2021ê de hatine nivísandin li ber destên we ne Mixabin du mamosteyên min nikanîbûn kontrola dawîn çêkin Evdirehmanê Mahmud Abdurrahman Önen û Şemsedînê Mele Necmedîn Şemsettin Işıklı Keda her du hevrêyên min di tevahiya xebatên min de xwedîyê cîhekî girîng e Bêyî wan ez jî ev pirtûk jî kêm man Hevpeyvîna biyografik çemkî ya ji du pirtûkan Ray Raman Bîranîn Jîyan û Helwest pêkhatî jî bi keda her du hevrêyan saz bûbû Heta ku gîyanên me di Asûmanê Kurdistana Serbixwe de bigihêjin hev ew ê di dil û têkoşîna me de bijîn Wek hemû berhemên min ev berhem jî encama xebateke kolektív e Keda heval û hevrêyên min ji ya min bêtir tê de heye Ji bo vê pirtûkê bi taybetî Nacî Mîr Alî Ehmed Bîrewer û Metîn Pilûr xwe gelekî westandin hevrêtîyê de deyndarî tune sipasdarê wan im Di Hin nivîsar 15 20 sal berê hatin nivîsandin Xwendevan divê nivîsan li gorî dema ku hatine nivîsandin binirxînin Teqez behane ji şaşîyan re tuneye û bi her hawî berpirsê şaşîyan ez im û ji rexneyan re amade me Ji xwe yek ji kêşeya me jî ew e ku çand û dezgehên rexnegirîyê li welatê me lawaz in Tanıtım Bülteninden
Doz Yayıncılık