Pişîka Min
Nubihar Yayınları
Pişîka Zozan û Gulê belek e Gelo pişîka me çi reng e Spî reş qehweyî gewr yan belek Zozan û Gulê serê pişîka xwe dişon Gelo em jî serê pişîka xwe neşon Lê bila av pir germ nebe Îcar pişo ji serşûştinê hez nake Pişîka Zozan û Gulê nêçîrvan e Nêçîrvanê mişkan Gelo pişîka me jî nêçîrvan e Pişo nexweş bikeve emê gazî beytar bikin Weku pişîka Zozan û Gulê Lê pişo çilekiyan bike emê çi bikin Nizanim Ka em ji dayê û bavo bipirsin Yan em weku Pîrê pişo bavêjin derva