Ponijîn
Belki Yayınları
Ewilî hatin navên me guhertin wan zimanê me ji zimanan nehesiband û ew jî guhert kêfa wan wiha dixwest Zimanê me li gorî wan ne tu ziman bû û pê tu jehr belav nedibû ger mesele ziman bûya va ye yê wan ew besî me gişan bû Navê welatê me qedexe bû kê ew bi lêv bikira xayin bû zimanê wî musteheqî jêkirinê bû lê yê welatê wan navekî gibgibe bû kê ew bi lêv bikira jê mezintir û serbilindtir mirov tune bû Ala wan ala mêrxasan bû rengê xwe ji xwîna laşê wan stendibû lê ya me paçikekî dera hanê bû Me tu carî helbestek an jî metneke wêjeyî tune bû ma em ne ew kerî bûn ku derd û janên me ji zûrîn ji barebar û ji qajewajan pêk hatibû îcar em li kû û huner li kû ma ev dibû Ma mirov ewqasî ji ser xwe diçû Îcar em û hebûn Ma ji bo ku em hebûna divê wan ji me re negota kûn Wexta xwe li ser serê me mezin dikin an dipesinin an me bi tiştekî nahesibînin an payetiyan dikin an me birçî dihêlin an jî dikujin ew van hemû tiştan ji bo me dikin Ma ew nabêjin em pirr ji kurdan hez dikin Ew xêra me dixwazin û divê em ji wan bawer bikin Gava bixwazin divê karibin ruhê me bistînin ew mezin in pirr û pirr mezin in biqasî edalet a xwe mezin in