Prematur
Na Yayınları / Weşanen Na
Cîhan Roj vê carê jî bi romanekê hat û li miqabilî me sekinî Cîhan roj di vê romana xwe de bêyî ku bi tûmerî ji şêwaza xwe bi dûr keve li ser koka xwe sekiniye û çav dike Vircinia Woolf Guhê xwe dispêre zemên û li nihirîna Woolf guhdar dike Sewta nihirîna Woolf vediguhêzîne guhê xwînêr Woolf texlît nake Wek referans dihesibîne Bi ziman û çavdêriyeke realîst radihêle xwînêr û di nava Stembol û Diyarbekirê de dibe û tîne xwîner ne ji te ama çavdêrî û vegotinên fantastîk bêpar dimîne û ne ji hisandina teknîka veherikîna şiûrê dûr dimîne Cîhan di vê romanê de ji merhaleyekê bi rê ketiye û berê xwe daye merhaleyên dîtir Ji bûyer û portreyan bêtir takekesî heye serhiş û binhişê Gulten heye Kerem bikin dehlîz û maxzenîk û tarîstana binhiş