Psychology Kurdî
Avesta Yayınları
Cîhan hemû di qonaxeke zehmet re derbas bû Nediyarî bû parçeyek ji jiyana me Lêbelê ya baş ew e di şert û mercên xerab de jî mirov hêvîşikestî nebe û bikaribe gavekê bide ber xwe Herçiqasî hinekî bi dereng ketibe jî niha em piştî hejmareke taybet ya derbarê koronayê ku me online weşandibû bi dosyeyeke nû li pêşberî we ne Bi vê hejmarê me weke dosyeyê berê xwe da Koçberî û Derûniya Koçberiyê Weke ku li ber çavan e ev mijar mijareke hesas û girîng e ku bandorê li gelek dînamîkên civakê dike Me jî xwest ku em bi hevpeyvîn û nivîsên curbicur li ser vê mijara girîng rawestin û bi we re parve bikin