Qarxûn
Peywend
Were saqî ji nû dîsa bi dilşad Tu şadiyê di meclisê b ke îcad Bira ehilê dîwanê bibne şadan Bireqsin ew bi şubhê hûr û xelman Ji şadiyê fereh tev bibne serxoş Heta umrê ezîzê wan neçû boş We hem ehlê di dîwan bêne eşqê Qelem hildin li dest xwe bona meşqê Biken meşqê di vê dunya fena ye Bi eşqa heq bibin ew mubtela ye Bela têne li ser însana pur pur Bila di aşqanê me şûqê weke dur Eger aşiq bi me şûqê ku mewsûl Nebe îlla dimîne ew jî meqtûl