Qêrînek Di Gewriya Şevê de
Avesta Yayınları
Ev kurteçîrokên Eta Nehayî wek nimûneyên edebiyata neteweyî ji hest û ruhê civaka kurdan derketine Him wekî hest him jî karekterên civakî ew hemû şayîş fikar û şikestinên însanî dihewînin Tevî wê meriv dikare wekî tesîr di hin çîrokan de behsa Edgar Allan Poe bike Ew derûna bi şik û qilqilîn ya di hundirê karakter yan vegêr de xasma ew tesîra çav û dengê hundirîn ku Poe vana her vedikole evana di çîrokên Nehayî de jî tesîrdar in Helbet her xwendin vedîtinek e di edebiyatê de Lê belê mînakên der barê derûna nivîskariyê û afirandinê jî hene ku di edebiyata cihanê de jî bûye ciyê serêşiyê