Qesra Nifiran
Lis Yayınevi
Helbestkar di risteyên xwe yên bi hêmayan hatine xemilandin de li rêyeke nûjen digere Qesra Nifiran ji serpêhatîyên Kurdan ji êş û keserên Kurdan sûd wergirtiye Her riste mirovan bi rastî û çewtîyên xwe re rû bi rû dihêle Her hêma di hişê xwendevên de an birînekê dikewîne an evîneke wêrek diceribîne A Rahim Kılıç him li jîyana nûjen him li ya gelêrî dinêre Hişmendîyekê qor bi qor di mejîyê mirov de ava dike Qesra Nifiran bi naverok û şiklê xwe bi teknîk û peyvên xwe bi ziman û metaforên xwe di helbestê de ceribîna dengekî nû ye