Qevdek Helbest
Sitav Yayınevi
Ev berhama nivîskar ya duyem e Nivîskar helbestên xwe li ser welatparêzî şoreşgerî hevaltî û bedewîya Kurdistanê honandine Mirov di helbestên nivîskar de eşqek mezin dibîne ew eqş jî eşqa Kurdistanê ye Nivîskar karîye bi pênûsa xwe ya dewlemend cihekî xwe yê taybet çêke di dile xwînerên xwe de Nivîskar bi pênûsa xwe mirov dibe li deşt û zozanên Kurdistanê digerîne ava kanîyên sar dide mirov paşî mirov ber bi xeyalên azadîyê ve dibe Di dawîya her xeyalê de mirov çîrûskek ji çirûskên azadîyê dibîne û hêvîya welatekî azad di mirov de geş dibe