Qırme
Lis Basın Yayın
Lis Yayınevi
Tîtal delalîyê mala Şebabê Emir bû li gundekî Kurdên Êzdî yê giran li nawçeyeke di navbera çiyayan de li Ermenistanê birayê çend xûşk û birayan ê herî biçûk bû Xwendina herî bilind di wê malbatê de ewî bi dest anîbû Sinifa dehan yanê dibistana navîn temam kiribû Eva di wî zemanî de nemaze li gundekî Kurdan destkeftineke mezin bû Û ji ber vê xwendinê lê nemaze zîrektî êginî û aktîvîya wî ew di gund de hilbijartibûn weke sêkrêterê organîzasîyona komsomolan ku ya herî mezin bû di nawçeya wan de Zêdeyî sêsed komsomol di bin emrê wî de bûn Û ji ber ku ew sêkrêterê organîzasîyoneke mezin bû jê re meaşek jî girêdabûn û bi ser de jî ew hilbijartibûn weke endamê bûroya Komîta partîyayê ya nawçeyê Ew li tenişta serok û berpirsîyarên nawçeyê rûdinişt dema civînên bûroyê ku pirsên jîyana nawçeyê yên pêwîst girîng hel dikirin