Qral Oîdîpûs
Belki Yayınları
Gelî Thebaiyan welatiyên min Li halê wî Oîdîpûsê ku wan tiştanokên zehmet pê derdixist binêrin Mirovekî gelek bi hêz bû Li vî bajarî kîjan welatî xweziya xwe bi bextewariya wî nedianî Aniha binêrin bi çi tofaneke bobelatan hatiye kaşkirin Ji ber vê yekê heta we roja wî ya dawî nedît bo ti kesî nebêjin gihîştiye bextewariya xwe