MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Qulinge Birindar Seyad — Veysel Çamlıbel

Qulinge Birindar Seyad
80,00
Biyografi Otobiyografi

Qulinge Birindar Seyad

Veysel Çamlıbel

İBV İsmail Beşikci Vakfı Yayınları

2017160 sf.
Şehadet Kitap

Qulinge Birindar Seyad

Veysel Çamlıbel

Ev pirtûk serpêhatiyên pir taybet û antika yên Seyadê Şame ne Seyade Şame ji Radyoya Rewanê ji kilama Apo Esmer Eman tê nasîn Şair û dengbêj Seyadê Şame nixuriyê malbata Şameyê Kekê ye Pey zarotiyê xortaniyekê gelekî dijwar derdikeve pêşiya wî jîyana wî bi macera û meselên nedîtî nebînayî ve tê pêçan û neqişandin Maceraya Seyad ber bi xortaniyê derûdorên 17 18 salên xwe 1940an da ji Bazîdê despêdike Rêya wî ewil bi tîcaretê peyra jî çarûneçar bi sîyasetê bi polês û jendirman bi mehkemeyan dialiqe ji hepisxana Erziromê bi çend hevalên xwe zivistanekî xedar da direvîn 26 şev û rojan şunda xwe digîhînîn Îranê Wê deme Îran bin dagirkeriya Ûris da bû Rêya Seyad ji Îranê ber bi Sîbîryayê difetile 9 salan qanpên hesîran lagiran da dimîne dibe ta û derzî heya mirina Sitalîn bi halekî xirab da dijî Seyad pey hurşandina Sovyetan rê dirp û derfet dibine 1992an da tê xwe digîhîne welat tê ku jiyan ne wekê 47 sal berê ye dê û bav gelekî mezinên nas koça xwe barkirin e lêdan e û çûn e Lê heval û hogirên wî Bazîdîyan û Celalîyan wî û stranê wî ji bîr nekirin e Bazîdiyan gelekî qedir û qiymetê wî digrin dengbêjên xwe bi maqulî wakê zarokekê xwe bi dil û can hembêz dikin Seyad qulingekî birindar bû Bi gotina wî bêjim qedera wî reş bû feleka wî xayîn bû Ji Zulfînaza jina xwe ji malbata xwe ji heval û hogiran qetya bû nalenala zarezara wî bû Lê axirîya emir 47 sal şunda vegeryabû welat ser hêluna kalûbavan Wê vegerandina diramatîk da gelekî tiştnên nazik û ecêp qewimîn Gelî xwendevanên delal wan bûyeran hûnê yeqîn bi meraq û dilovanî bixwenin