Qutiya Dil
Lis Basın Yayın
Qutiya Dil Lis Basın Yayın
Lis Yayınevi
Hunermend Seyda Perînçekê ku piranî bi mûzîka xwe tê naskirin Qutiya Dil ê xwe bi helbestan ji me re vedike Seyda Perînçek bi çapa 2 yemîn ya pirtûka xwe digel stranan di şiîran de jî hunera xwe nîşanî me dide Helbestên wî bi hestên netewî ava bûne di her rista Qutiya Dil de têkoşîneke li hember zilmê heye Lewre ciwaniya emrê wî reş kirine Min evîna xwe li bajarekî şewitî dît Dest û lingên wê li aliyekî Serê wê li aliyekî bû Diperpitî dilê wê Mîna çûkên birîndar Hozanê navdar Seyda Perînçek trajediya zarokên bê dev û ziman jibîr nekiriye Gotinên wî neheqiya ku li dilên piçûk hat kirin li xwediyên wan vedigerîne Hûn hêrs dibin Mîna birûskên ezmanan Têne xezebê Û bi min de diteqin Bê ser û bê dem Hûn mamosteyên min in qaşo Yên edeb û terbiyeyê Lê ez hînî tirsê bûm bi saya serê we Zarokekî biçûk im ez Wek wezîfeyeka hunermendiyê Seyda Perînçek li dijî kirinên zordestan ne bê deng e Hêviya helbestvên ew e ku erd û ezman jî li hember vê zilmê xwe kerr neke Ey mindayê mezin Çima roj naçirîne kirasê xwe Çima birûsk naqîrin Çima natefin stêrk Û çima Hulorîkan nabarînin ewr Ma qey kor bûye ezman