Rastıya Tawûsê Melek Û Çend Rastıyên Êzdıyatıyê
Na Yayınları / Weşanen Na
ji berê de tehemûl û rêzgirtina wan ji olên din re heye û qîmeteke mezin didin berhemên kevn Ew îbadetên xwe li ber wan ziyaret û tiştên kevn tînin Êzîdî ji qewmiyeta xwe ve Kurd in û ji Kurdistanê ne ew hema bêje tev bi Kurmancî diaxivin Di vê herêma welatê Xalta de berê Xiristiyan û Êzîdî dijiyan Eşîra Eleka di destpêka sedsala 19an de hatiye herêmê di wexta Mîrzikê Zaza de ew hatine Mezinên wan Remo Dîbo û Sîno bûn Remî Reşkotî û Pençawarî jî niştecihên kevn nîn in Bi hatina van û fermana ku di dawiya sedsala nozdehan de hatiye ser Êzîdî û Xiristiyanan yekcar bi fermana sala 1915an a Ermeniyan demografiya herêmê tam guheriya Bi guherandina demografiyê Êzîdî di herêmên xwe de bûn kêmî ew qels û lawaz bûn desthilatiya herêmê ji destê wan derket û ket destê eşîrên Kurdên Misilman