MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Razen Şin — Veysi Ülgen

Razen Şin
120,60

Razen Şin

Veysi Ülgen

J&J Yayınları

2019240 sf.
Ekin Kitap

Razen Şin

Veysi Ülgen

Bajaro tu çima bi min re naaxivî Ez amade nîn im te wisa bi bêdengî hîs bikim Tu jî wek min birîndar î Dilê te wek min wesle wesle ye Em salên berê li vir bi etra dildariyê gelek caran diaxivîn Tu heval û hogirê me bûyî Şirîkê evînên veşarî bûyî Te em dixistin paşila xwe wek dayîkan dihewand Ez tu me tu ez im Rojhelata te di şer de rûxandin li rojavayê te jî amadekariya rûxandina bi makîneyan hê didome Dayîka min li rojhelat di heloşandina te de jiyana xwe ji dest da Te ez bi xeyala wê re bi tenê hiştim Ka min çi xerabî bi te kiribû ku te evînên nenas berî ser dilê min dan Bajar wek ku dihejike Çavên xwe digire guhdar dike Erê keça delal Bi dengê veşarî bibêjim çi Deriyê min bi zilma dema bêbext şikênandin Ez bi makîneyan çekan tanqan pelçiqandim Bi hêrsa hezar salan êrîş kirin lê min bi wehca jiyana serbixwe li ber xwe da Darên min şewitandin hewşên min xera kirin Kevirên min ên hezar salî kirin binî erdê Bêhna mirinê ket nav kuçeyan Hinek reviyan hinek mirin hinekan bê çek şer kirin Jiyana hezar salan wesle bi wesle bû bi ser dîrokê de weşiya Evên ji mirinê filitîn jî ketin nav aloziyan Zarokên min sêwî bûk bê mêr mêr bêkês bûn Hinekan ez zû ji bîr kirim Hinekan qet şerm nekir û hatin di xaniyên nû de rûniştin Dîroka me ya hezar salan şêwitîbû Lê jin mêr û zarokan ji bo min xwe feda kirin êdî qet xema min nîn e Ew ê zarokên wan dîsa min şên bikin Xaniyên ku nû çêkirine nikarin bi kevirên şewitî re kapan bavêjin Ev avahiyên nû wê zû werin xwarê Nikarin li hemberî dîrokê li ber xwe bidin Lê kevirên şewitî bi hezar salan li ber xwe dane