Rêbera Rastnivîsînê
Kolektif
Mezopotamya Vakfı Yayınları
Amadekar Lîjne Bahîz Omer Ehmed Bahoz Baran Behrûz Şucaî Deham Evdilfetah Dilawer Zeraq Dilbirîn Evdila Evdilwehab Xalid Mûsa M Malmîsanij Mahmûd Lewendî Mehdî Caferzade Mihemed Teqewî Mistefa Aydogan Mîkaîl Bilbil Newzad Hirorî Samî Tan Şoreşvan Adil Zana Farqînî Zulkuf Ergun Rastnivîsîn qayîdeyên zimanê nivîsînê dîyar dike û rê li ber tevlihevîyan digire Kurmancîya nivîskî li gor demên berê îro di gelek warên jîyanê da dihê bikaranîn û pêwîstîya wê bi rêbereka rastnivîsînê heye Ji bo nivîsîneka baş birêkûpêk fambar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan qayîdeyên zelal şert in Lewra gava ku qayîdeyên rastnivîsînê yên li ser bingehên navbirî hebin xwendin hêsantir û zelaltir dibe û rê li ber têgihîştinên şaş venabe Weqfa Mezopotamyayê di bin banê xwe da bi beşdarîya gelek zimannas û lêkolînerên kurd Komxebata Kurmancîyê ava kirîye Ev pirtûk bi hewildana Weqfa Mezopotamyayê ji alîyê vê Komxebatê ve di du salan da hatîye amadekirin