Repertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê
Ceylan Yayınevi
Ev pirtûka di destê we de gotin û akorên hin stranên Kurdî yên di van 13 salên dawîn de dihundirîne Hûn dikarin van stranan bi enstrumanên weke ûkûlele gîtar û pîyanoyê lê bidin Di pirtûkê de 112 stran hene Ev stran ji nav stranên Kurdî yên 13 salên dawîn hatine bijartin Di bijartina stranan de rêgezên wekî guncawbûna stranê bo lêdana gîtarê û xwedîtîya hunermend a gotin û muzîkê stranê hat esasgirtin Lê belê ji alîyekî ve jî ji ber ku kesên ji vê pirtûkê sûdê werbigirin zêdetir bi fêrbûna gîtarê re têkildar in an jî lê didin me rîtm û tonên ciyawaz li ber çavan girtin Her wiha ji ber ku ev pirtûk weke lîsteya pêşnîyar a guhdarkirinê ye heta ji destê me hat me cih da stranên gelek muzîkjenan