Rewşa Kurdî Ya Sosyolenguîstîk Li Tirkiyeyê — Ergîn Opengîn

Rewşa Kurdî Ya Sosyolenguîstîk Li Tirkiyeyê
Ergîn OpengînAvesta Yayınları
Rewşa Kurdî Ya Sosyolenguîstîk Li Tirkiyeyê
Ergîn OpengînDi vêxebata lêkolînê de armanca me ya yekê ew e ku têgihiştina zanistî ya dînamîkên sosyolenguîstîk ên kurdiyê li Tirkiyeyê hêsan bikin li jêr ronahiya teoriyên teswîra sosyolenguîstîk Wek armanca duyê tê heye ku ev xebat bibe meydanaezmûnê ji bo helsengandina karîgeriya sepandina teoriyên cihê yên vî warêlêkolînê Ji bo rêberîkirina pêdaçûna xebatê lêkolîn li dorvan 4 pirsiyarên li jêrî hatiye avakirin 1 Îro kîjan fakterên zimanî û der zimanî xwedantesîr in li ser werara rewşa zimanê kurdî li Tirkiyeyê 2 Gelo sazkarî û pêşhatên van heyamên dawî di warêsiyasî û pratîk de li Tirkiyeyê xwedantesîr in li ser sehên welatiyên kurd sebaret bizimanê xwe 3 Kîjan fakter diyarker û biryarder in di tercîh ûbikaranîna kurdiyê de li gor qadên civakî û rewşên danûstandina zimanî 4 Rewşa faktayî objektîf ya kurdiyê hevterîb e anjî heta çi dereceyê hevterîb e digel tercîh û bikaranîna zimanî ya di jiyanarojane de Problematîka me bi vî rengî xwe dispêre pirsiyareke seretayî ku bi awayê hanê dibe bê pênasekirin heta çi dereceyê tesîra fakterên sosyo polîtîk ên rewşa kurdiyê xwe di prêzeyên zimanî yên axêverên kurd ên li Tirkiyeyê nîşan didin

Avesta Yayınları
6ê çiriya paşîn a 1991ê Leyla Zanaya ku hêj taze hatibû hilbijartin bo Meclisa Tirkiyeyê di merasîma vekirinê de hevokeke sonda xwe ya wekîliyê bi Kurdî got Ev rûdan ku bû binasê polemîkên mezin ên siyasî û civakî di heman demê de derbirîna nerihetiya Kurdan bû sebaret bi statûya zimanê xwe Lewre Kurdiya ku mehrûm bû ji her çi naskirineke resmî û ku bikaranîna wê di qada giştî de qedexe bû di çend qadên sosyal ên berteng de hatibû hepskirin Ji hingê ve siyaset û civak li Tirkiyeyê pir guhorîn Pêvajoya endametiya Tirkiyeyê di Yekîtiya Ewrûpayê de bi xwe re pêşketinên girîng anîn bo numûne di warê rêzlêgirtin û cîbicîkirina mafên kultûrî de Bêguman van şert û guherînên taze lez û karîgeriyek da çalakiyên kultûrî û siyasî li dor zimanê Kurdî Lê belê heyama li dû wê bi temamî li ser bi amrazkirina siyasî ya zimanê Kurdî ava bû car wekî bingeh û serekanî ji bo mobîlîzasyona siyasî ya kêmîneya Kurd car ji bo derpêşkirin û peytandina gotara resmî ku li ser redkirin û tehqîra kurdiyê ava bû Bi her çi halê heyî hingê herwekî niha lêkolînên sosyolenguîstîk ku rewş û şertên Kurdiyê raxine ber çavan nebûn Lap nebûna lêkolînên li ser teswîra sosyolenguîstîka Kurdiyê li Tirkiyeyê kir ku em dest bavêjine vê lêkolînê Me xwest di perspektîfeke sosyolenguîstîk re lê binihêrin û têbigihin ka axêver di jiyana rojane de sebaret bitercîh û bikaranîna zimanî muameleyeke çawa dikin bi zimanan re Lê belê şert bû ku em ji teswîreke sade ya reftarên beyankirî yên axêveran wêdetir çûbana Lewma me fer zanî ku teswîra li serprêzeyên zimanî bi nirxandineke berfireh a şertên sosyo polîtîk ên cemaeta Kurdîaxêv temam bikin Armanc ji vê yekê bicîkirina diyardeyên zimanî ye di nav konteksta wan de da ku meylên zimanî yên axêveran di nav paşxane û çarçoweya sosyo polîtîk de bêne têgihiştin Ji bo rêberîkirina pêdaçûna xebatê lêkolînli dor van 4 pirsyarên li jêrî hatiye avakirin 1 Îro kîjan fakterên zimanî û der zimanî xwedantesîr in li ser werara rewşa zimanê Kurdî li Tirkiyeyê 2 Gelo sazkarî û pêşhatên van heyamên dawî di warê siyasî ûpratîk de li Tirkiyeyê xwedantesîr in li ser sehên perception welatiyên Kurd sebaret bi zimanê xwe 3 Kîjan fakter diyarker û biryarder in di tercîh û bikaranîna Kurdiyê de li gor qadên civakî û rewşên danûstandina zimanî de 4 Rewşa faktayî ya Kurdiyê hevterîb e an jî heta çi dereceyê hevterîb e digel tercîh û bikaranîna zimanî ya di jiyana rojane de Problematîka me bi vî rengî xwe dispêre pirsyareke seretayî ku bi awayê hanê dibe bê pênasekirin heta çi dereceyê tesîra fakterên sosyo polîtîk ên rewşa Kurdiyê xwe di prêzeyên zimanî yên axêverên Kurd ên li Tirkiyeyê nîşan didin

Avesta Yayınları
Di vêxebata lêkolînê de armanca me ya yekê ew e ku têgihiştina zanistî ya dînamîkên sosyolenguîstîk ên kurdiyê li Tirkiyeyê hêsan bikin li jêr ronahiya teoriyên teswîra sosyolenguîstîk Wek armanca duyê tê heye ku ev xebat bibe meydanaezmûnê ji bo helsengandina karîgeriya sepandina teoriyên cihê yên vî warêlêkolînê Ji bo rêberîkirina pêdaçûna xebatê lêkolîn li dorvan 4 pirsiyarên li jêrî hatiye avakirin 1 Îro kîjan fakterên zimanî û der zimanî xwedantesîr in li ser werara rewşa zimanê kurdî li Tirkiyeyê 2 Gelo sazkarî û pêşhatên van heyamên dawî di warêsiyasî û pratîk de li Tirkiyeyê xwedantesîr in li ser sehên welatiyên kurd sebaret bizimanê xwe 3 Kîjan fakter diyarker û biryarder in di tercîh ûbikaranîna kurdiyê de li gor qadên civakî û rewşên danûstandina zimanî 4 Rewşa faktayî objektîf ya kurdiyê hevterîb e anjî heta çi dereceyê hevterîb e digel tercîh û bikaranîna zimanî ya di jiyanarojane de Problematîka me bi vî rengî xwe dispêre pirsiyareke seretayî ku bi awayê hanê dibe bê pênasekirin heta çi dereceyê tesîra fakterên sosyo polîtîk ên rewşa kurdiyê xwe di prêzeyên zimanî yên axêverên kurd ên li Tirkiyeyê nîşan didin Yayınevi Avesta Yayınları Yazar Ergin Opengin Sayfa 231 Sayfa Kağıt 2 Hamur Boyut 13 00x19 50 cm Basım Yılı 2011 Barkod 9786055585716 Kategori Azınlıklar Etnik Sorunlar Türkiye Siyaseti ve Politikası