Rêya Dil Koleksiyona Êşbêjiyê I
Belki Yayınları
Lê çi çare Leyla Em bawerhişkên gêj ên serdema modern in girseyên qerase yên tunetiyê ne Şêtiya mezêxeriyê dilên me dîl girtine bendên hezkirinê di nav sentetîkbûneke pûç de ne Evîn li hember demê têk çûne Leyla Têk çûne Xemgîniyên kûr û watedar li hember şahiyên nejidil li rastî şikestinê hatine Êşên ku ruh dipijînin û pak dikin sêwî rondik bê kes mane Nefs bûne miptelayên xayînî û derewê Rast derew e çep derew Ya maye Bexdaya li dû Moxolê ye Xwîn wehşet şewat û talan e