Rêya Teze 1930
Avesta Yayınları
Rêya Teze di dîroka rojnamegeriya kurdî de rojnameya kurdî ya yekem tê hesibandin ku bi tîpên latînî dest bi weşanê kiriye Cara yekem rojnameke bi kurdî ji nîv sedsalî zêdetir ji aliyê dewletekê de bi awayekî profesyonel hatiye derxistin nêzîkî 5 hezar hejmarên wê hatine weşandin Rojnama Rêya Teze 1930 û Radyoya Rewanê 1955 di sedsala 20an de wek du bircên çanda kurdî hatine hesibîn û ji bo hemû kurdan bûne nîşana kêfxweşiyê û xwebaweriyê Çanda kurdî wek çandeke tehdîtkirî ji xwe re hêlîn û stareke piçûk li wir peyda kiriye Rojnama Rêya Teze ku di roja 25 3 1930yî de li paytextê Ermenistanê derketiye weşana kurdî ya here temendirêj tê hesibîn Dîroka Rêya Teze ya qasî 90 salan ji gelek qonax û deman re derbas bûye Bi çend alfabeyan derketiye latînî krîlî û dîsa latînî Bi naverok bi kadro û bi form her guheriye ne wek berê be jî hebûna xwe heta 2020an domandiye navê xwe daye bihîstin Di vê xebata xwe de Rohat Alakom hemû arşîva Rêya Teze dideyne ber me bi dîroka rojnamê dest pê dike naveroka wê analîz dike û piştî nêzî sedsalekê li ser girtina wê disekine Di dawiya kitêbê de berhevokek jî ji nivîsên rojnameyê heye