Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî Tûhfetu l Xîlän Fi Zimanê Kurdan Nirxandin Metin Faksîmîle
Mezopotamya Vakfı Yayınları
Berhema Mela Mehmûdê Bazîdîyî ya giranbiha Rîsaleyî Tûḧfetu l Xîlän Fī Zimanê Kurdan Pirtûkçeya Dîyarîya Dostan di Zimanê Kurdan da ku ji bo hînkirina kurdîya kurmancî hatîye amadekirin û ji beşên rêziman ferhengok û dîyalogan pêk dihê yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona A Jabayî da cih girtîye Di vê pirtûkê da hem nirxandina berhema Bazîdîyî hem metina orîjînal û hem jî metinên latînîzekirî û sadekirî hene Karê nirxandin latînîzekirin û sadekirina vê berhemê ji hêla akademîsyen Mîkaîl Bilbil û Mustafa Oztirkî ve hatine kirin