MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Ristika Morîkan — Fatma Savci

Ristika Morîkan
Roman

Ristika Morîkan

Fatma Savci

Avesta Yayınları

201292 sf.
Karton Kapak13 x 19.5 cmKitap KağıdıKürtçe / Kurdî
Yaykoop

Ristika Morîkan

Fatma Savci

Ristika Morîkan neynikeke şikestî li rihê birîndar î kurd digre Neynikeke ku kes nexwaze li sûretê xwe yê winda yî tê de binere Ji çîroka Mûm û Fîstan Diranekî min mabû ew jî şevê din di xewnereşkekê de weşiya Herê nû bala min kişand diranên wê tune bûn Ew bê diran bû Ev nîşana xebera bê oxiriyê ye Êdî nizam wê agir bikeve mala diya kê Min ev qesir ji diranên xwe yên ku di xewnan de ketine lêkir Diranên min her şev di xewnan de dikevin beriya kuştinan piştî kuştinan Va roj diçe ava lê hîna nequlibiye sibê wê binefşeke din biçilmise di laşê min de Ez ev im jineke ku xewnên wê bê diran in û binefşên laşê wê çilmisî Çawa dengê xîzîna sîngê hat jinikê mîna binefşeke bê av xeliya ber bi jêrê Jina bejinrihanî her du baskên xwe berdan erdê Min ji rûyê wê yê çilmisî fam kir çemekî xwînî ji laşê wê herikî Mîna mûmeke ku dişewite goştê canê wê piço piço heliya û dilop dilop niqutî ser erdê Ez bezîm ku herim pê ve Min xwest ez xwe bigihijînimê û wê jina xweşik wê jina dilovan wê jina ku mûman ji çiçikên xwe pêdixe wê jina ku kirasan li agir dike û wan werdigerîne keçikan rizgar bikim ji mirinê Çawa min bi her du destan xwe zer kire newqa wê canê jinikê yê ji mûmê bi destên min ve zeliqî û bi tilîkên min ve dilop dilop herikî ser axê Ji tilîkên min yên zirav hingiv dipale Xwedêyo qey ev ax ev xak ji hingiv têr nabe