Rodeng
J&J Yayınları
Li zanîngehê gelek caran bi hev re rûdiniştin û nîqaş dikirin Li ser welat û şoreşê gelek sohbetên wan pêk dihatin Carekî hevalekî Rodengê ji helbestvanekî Elman jêgiranek girtibû û bi wê re parve kiribû Jê re gotibû Li ku derê pirtûk hatin şewitandin mirov jî dikarin werin şewitandin Ev gotin bala wê kişandibû ser xwe Carekê hevalêka wê ya wêjevan li ser wêjeya Kurdan ev rêntin bi Rodengê re parve kiribû Wêjeya Kurdî gelek dewlemend û kevnar e Di dîrokê de carna bi pulên li bedena şahmaran carna gurzên Rustemê Zal carna bi berxwedana Hun baba û Kawayê hesinkar carna jî bi sêlikên zembilfiroş carna bi pênûsa Elî Herîrî Feqiyê Teyran Melayê Cizîrî Ehmedê Xanî Osman Sebrî Cegerxwîn û bi sedan rewşenbîran heya roja me hatiye Rodengê di van sohbetan de xwe hîn çêtir nas dikir Kêfa wê pir ji dîrok û wêjeyê re dihat Dîzanî bû hemû nirxê gel û welatê wê yê qedexe destpêka dîrokê û di nava rûpelên wêjê de veşartiye Rodengê ji xwe re Zend Avesta Bexçeyên Ronahiyê ya Manî peyda kiribû dixwend Dengbêjî û muzîka Kurdî rihê wê sermest dikir