Romana Kurdî Kurmancî Û Zazakî 1930 2010
Peywend
Ev lêkolîn dide pey şopa romana kurdî ya bi herdu zaravayan Kurmancî û Zazakî hatiye nîvisandin Herwisa pêvajoya vê romanê qonax bi qonax nav bi nav roman bi roman di navbera salên 1930 heta 2010 de dişopîne Ji bo dîmenê giştî yê vê pêvajoya demdirêj bi awayekî berfireh zelal bibe lêkolîn xwe dispêre agahdariyên nivîskarên dever û herêmên cuda Nivîskarên beşdar Eskerê Boyik welatên Sovyeta berê Tehsîn Navişkî başûrê Kurdistanê Perwîz Cîhanî rojhilatê Kurdistanê Herwisa ji bo romana zazakî kirdkî Roşan Lezgîn dîmenê giştî yê vê romanê pêşkêş dike Bi vî awayî ev lêkolîn pêvajoya romana kurdî ya ku bi kurmancî û zazakî di hundir heyştê salî de hatiye nîvisandin digihîne ber destên xwendevan û şopînerên wêjeya kurdî