Rostemê Zal û Selmanê Sindî
Mezopotamya Vakfı Yayınları
Weqfa Mezopotamyayê di sala 2017an da bi xebata perwedeya folklorê gelek berhevkar gihandin Ev pirtûka li ber destê we yek ji berhemên wê xebatê ye ku Wîldan Sevîmê li herêma Êlihê berhev kirîye Di vê pirtûkê dabi piranî çîrok xebroşk û fabl hene Rostemê Zal û Selmanê Sindî jî destan e ku navê xwe daye vê pirtûkê Pirtûka berhevkarîyê ya Wîldan Sevîmê ya bi navê Rostemê Zal û Selmanê Sindî yê bi tevahî ji 33 çîrok xebroşk û fablan pêk tê Çîrokên vê pirtûkê ji du gundan hatine berhevkirin Yek gundê Bilêder yê bi ser Êlihê ve ye Gundê din jî gundê Mîrzebega yê girêdayî Bismilê ye Zarbêjên çîrokên vê pirtûkê bi tevahî ji van gundan e Berhevkar di beşa herî dawîyê ya pirtûkê da cih daye jiyana zarbêjên van çîrokan