Rû Û Kûr
Avesta Yayınları
Paul Auster dibêje tenê ew kesa kesê dikare çîrokekê vebêje çîrokekê dijî Çîrokên minîmal ên Alî Duran Topuz ji hinava vê zanînê olan didin Hûr dibin gir dibin li mêrgên qeşimî û germ divenişin Biçavên kesên di tarî û dîrokê de mayî dinêrin Ji şîna sedsalî yaKoçgirî heya kesên derketî û ji derbketî ji valahiya zemên heyaqonaxên wendabûnê me li pey şopa hespekî kumêt digerînin Dişibin axa sar a li ser gorreke nû û teze Kurmanciya Koçgiriyê diveje bi pênûsa Topuzî Çîrokên kurt hevokên kurt bûyerên mezin li ser û binê rûpelan radibin pêledanê Rû û Kûr ya li ser axê û ya di bin axê de dinehwirîne ku çîrok e û çîrokanvedibêje Rêyeke nû ye di çîroknûsiya kurdî de berê xwînêran dide hevrazên hebûnê