Şaır Dıbê
Peywend
berperê wê defterê vede tê de çirk ji pêsîra dayê diwerin ezman dergehên xwe dadide jê de tên xwarê kurmên sêvxwarî sêvên kurmgestî diranên bi mizê sêvê kitrî kêzê kete rêzê rezên beyar bi çendî çend nixteyan zêwirîn dayê guliyên xwe kurr kirin bayê li ser hinarûkan vedan bisk kezî li keserê badan keçikên çavxezalî ew ên karîxezal di lepên çepel de bî te nego şengebî