MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Salname — Kawa Nemir

Salname
159,10
Şiir

Salname

Kawa Nemir

Lis Basın Yayın

94 sf.
Ekin KitapEn ucuz

Salname

Kawa Nemir

Gotinen Ku Li Reburiye Hatine Gotin nikarim berdim geşta li etleza helbeste ya razbar her jiyina veşarti her bi wi awayi kedera çolistane kesera ave xezalen miri li miyandawa peyvan a dile min digihen şopen xwe peyveke kevin berkeniya qerisi peyvek e li reburiye hatiye gotin kesera ku naye berdan paşe bagera ji ber xwe mayi didi bi peşnumaya nexşeçolistaneke te digihiji tu tek çuyi dibi katibe şopen xwe qesase sere kelaxen peyvan çolistana li nava te vediguhere obsidyene dimirin xezal berdidi dev ji yen ku tu nikari dev je berdi 1 Kewçer 1996 Stenbol

Yaykoop
161,25

Lis Yayınevi

20091. baskı96 sf.
Kitap KağıdıKurdî / Kürtçe
Yaykoop

Kawa Nemirê ku bi helbestkariya xwe ve bi karên xwe yên wergerê yên berfireh ve û bi edîtoriya xwe ve yek ji kedkarên qonaxa pêkhatina Nifşê Rewşenê yê salên 90 î ye dîwana wî ya pêşîn a bi navê Selpakfiroş bihara sala 2003 yan ji aliyê Weşanên Jiyana Rewşen ê ve li Stenbolê dîwana wî ya duduyan a bi navê Bîşenga Deşta Dûr bihara sala 2006 an ji aliyê Weşanxaneya Lîs ê ve li Amedê hatiye çapkirin dîwana wî ya sisiyan û nû ya bi navê Salname di nava weşanên Weşanxaneya Lîs ê de li Amedê weşiya Wekî her du pirtûkên din ên helbestkarê me helbesteke dirêj a bi navê Salname ji vê pirtûka sêyemîn re bûye nav Salname helbestek e ku ji danzdeh paran pêk tê û bi şêweyê xwe yê pexşanî ve vê qonaxa nifşê me yê Bakur li ber roniya kêliyên evîneke mirî dixwîne dibe ku ji ber wê yekê be nivîsandina wê zehmet bûye ji teşeyê xwe yê pêşîn ê ku di sala 1997 î de di kovarekê de hatiye çapkirin gelekî hatiye guhestin û di gelek qonaxan re derbas bûye piştî salên dirêj kuta bûye Kawa Nemir li gel helbestine wiha dirêj a rast ew helbestkarekî Kurd e ku helbestên kurt dinivîse pê hewl dide kêliyên ku bi lemelema rûbarekî dikişin bûyer û qewamên ku li kar in deriyên xwe bi ser deşt û bajarên bêna de vekin zeft bikin Helbesta wî bi vî awayî ji du milan ve dikişe û tevî besterûbara firawan a helbesta Kurdî dibe Salname jî wekî pareke vê kulliyata ku pariyekî hatiye nivîsandin û hê jî tê nivîsandin bi vî rengî digihîje xwendevan û hezkirên helbesta Kurdî