Şampaz
Wardoz Yayınevi
Bûyera romanê li Qoserê Qezê derbas dibe Kurdekî şampaz bi dek û dolabên xwe xelkê dişêlîne rût dike û dihêle Kalekî me jî dikeve ber xezeba wî lê kalo dev jê bernade û bi dû wî sextekarî dikeve Ez jê pir aciz bûbûm Min ji xwe ra got ew îro pê li can û cesedê min jî bike ez ê pereyên xwe yên berê û yên ku min aniha dabûnê wan tevan jê bistînim Min got pere wî got zerfa te Min got ka perê min û wî ji min ra xweş kir Min got ka perê min û wî bi derewên xwe qûç çêkir De û de wî lê nihêrî xelasî tune Hêdî hêdî bin wî sincirî Mehdê wî qulibî Min lê nihêrî çavê wî li revê ye Pere xistibûn berîka çakêtê xwe Min xwe çeng kir çakêtê wî û hişk pê girt