Santiago De Compestela
Avesta Yayınları
Dara ressamekî kurd e ji xelkê Helebçe û li Montmartrea Parîsê portreyan ji bo tûrîstan çêdike Her tim dixwaze koç bike her tim dixwaze cihê ku lê ye li pey xwe bihêle û biçe Lê di nav ciyên çûyinê de Kurdistan nîne ji ber ku li wir wan tabloyan kes bi du dînaran nakire tê li wir çi bikî Bi rastî tu bi kêrî çiyê Kurdistanê tê ji ber çi tê vegerî Welatê wî çiraveke mezin e ji hemû malbata wî goristanek maye Di xewne şevekê de rastî Oriana tê Di sohbeteke dirêj a ligel heşîşê ya li ser huner qerar dide biçe Ji ber ku tenê huner dikare xweşikiyê zindî bihêle Dev ji her tiştî berdide Li trênê siwar dibe û bi rê dikeve Di deftera wî de tenê adresek heye ku bi xetên aloz û tevlihev hatiye nivîsandin Venus Corbacho Esteban Rue de Paradis 9 3 1 Santiago de Compostela Ferhad Pîrbal bi Santiago de Compostela me derdixe gerekê ber bi dilê dinyayê ve gereke ku emê li wateyên cihê yên jiyan huner ciwanî hezkirin xeyal û xweşikiyê rast werin