Şaşîtî
Na Yayınları / Weşanen Na
Kor Kerr û Lal da ku li sûka li hemberê rê li devera herî qelebalix a bajêr kirryfrotinê bikin bi hohbet dimeşin Kor Ka biseknin ka biseknin ez ê ji we re tiştek bibêjim em ê herin dikanê em ê ji xwe re pîvaz bacanê sor îsot û penîr bistînin Dûvre em ê biçin parqê û em ê nanê xwe bixwin Kor van gotinan bi kêfxweşî dibêje Ji bo ku kerr ji van gotinan fêm bike lazim e ku li pêşberî çavên wî bê axaftin Di wê demê de ji bo ku kerr ji axaftinên hevalê xwe yê kor fêm bike hewl dide ku ruyê wî bibîne Lê belê yê kor ne di ferqa vê yekê de ye Di dawî de kerr hêrs dibe dev ji hewldanên xwe berdide û ji kerban li ciyê xwe çik disekine