Selpakfiroş — Kawa Nemir

Selpakfiroş
Kawa NemirLis Basın Yayın
Selpakfiroş
Kawa NemirVeca li ku ye nane me lo welate ku kaniyen wi dimiçiqin biren wi ji bir dikin me me neziki gumeguma sarincen vala dikin Em çiya bi çiya çun geli bi geli sernişiv bun nin bu darek Em ketin zivingan ziving bubun lanen baçermokan Me seyen dirr i beyani ditin li axpin u bintaran Veca li ku ye nane me zaroken te yen berdar Ji Selpakfiroşe

Lis Basın Yayın
Veca li ku ye nane me lo welate ku kaniyen wi dimiçiqin biren wi ji bir dikin me me neziki gumeguma sarincen vala dikin Em çiya bi çiya çun geli bi geli sernişiv bun nin bu darek Em ketin zivingan ziving bubun lanen baçermokan Me seyen dirr i beyani ditin li axpin u bintaran Veca li ku ye nane me zaroken te yen berdar Ji Selpakfiroşe

Lis Yayınevi
Hemû peyvên ku ez dibêjim Û peyvên ku ez dinivîsim tev Divê baskên xwe fireh vekin bê westan tim Û her û her bifirin ref bi ref Ta ku bêne cîyê ku dilê te yê bi kul î birîn lê ye Û ji te re bixwînin bi şev Ji wê derê û bi wê de ku av dikişin bi himehim Li jêr tarîya bahozan yan jî stêrk lê hatibin hev Cîyê Ku Pirtûkên Min Biçinê William Butler Yeats Weşanxaneya Lîs a ku ji sala 2004 an û vir ve ye li Amedê di warên berhemên telîf û wergerê de bi karên xwe yên berfireh ên weşandin çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e heta niha wergera çendîn berhemên nivîskar û helbestkarên cîhanê yên gewre yên wek William Shakespeare William Blake Emily Dickinson R L Stevenson Charles Lamb William Faulkner John Steinbeck Franz Kafka Stefan Zweig Marguerite Duras James Joyce Gabriel Garcia Marquez William Saroyan Juan Rulfo J M Coetzee Yaşar Kemal Harry Martinson Selma Lagerlöf Mikael Niemi Äsa Lind Sema Kaygusuz Jaklin Çelik Leylâ Erbil Müge İplikçi Murathan Mungan A Hicri İzgören Ahmet Telli Şükrü Erbaş Mehmet Çetin Mustafa Köz Hasan Bildirici û Selîm Berekat û devîdevî 200 berhemên nivîskarên Kurd weşandine vê carê bi rêya ji nû ve weşandina berhemine sereke yên van bîst û pênc salên bihurî dest bi vejandina kelepora wêjeya Kurdî ya nûjen dike Sebaret bi vê yekê jî piştî 11 salan Lîs ê çapa duyem a berhema pêşîn a helbestan a bi navê Selpakfiroş a Kawa Nemir weşand Wêjeya Kurdî wêjeyek e ya ku nemaze di çeşnê helbestê de xwedana keleporeke nivîskî ya dewlemend a çi bigire hezar salî ye ji Bilûra Min a Celadet Alî Bedirxan ji Gulfiroş a Cegerxwîn ji Basên Bêrûdê ya Reşîdê Kurd ji Gula Sor a Qedrî Can ji gelek helbestên Evdila Goran Fêrîkê Ûsiv Şikoyê Hesen Rojen Barnas Arjen Arî Berken Bereh Şêrko Bêkes Evdila Peşêw Ehmed Huseynî û gelek navên din û vir ve ye digel asteng û berbestên sedsala XX wekî zincîreyeke xas a poetîk pê berdewam e xwe gurc û pêç dike xwe ji nû ve diafirîne şitafekê dide xwe û li kelepora Kurdî ya helbestê ya dêrîn û ya cîhanê zêde dibe Ne cîyê gumanê ye ku di vê geşedana berfireh û rûdana mûcîzeyî de yên rêxweşker û damezirîner kanon ên me yên serdema klasîk in ên ku Ehmedê Xanî Melayê Cizîrî Feqîyê Teyran Hecî Qadirê Koyî bi xwe ve digirin Li nik vê dîyardeyê mebest bi vê yekê Kurmancî be piştî vê serdema zêrîn a kanonî ji serê salên 1990 î û pê de qonaxeke terr û teze û berfirehtir li ber helbesta Kurdî vebûye ku bi raya gelek nûser û edîbên Kurd êdî bi navê xwe Nifşê 90 î yan jî Nifşê Rewşenê tê zanîn a ku di her pêpelingeke qonaxa xwe de her wisa jî kartêk û tevkarîya beşa dîasporaya Kurd a li Stockholmê kovara Nûdem û çendîn civat û cimaetên wêjeyî yên mayîn mandel nekirîye û geşedana wan jî ji milkê xwe zanîye Li dû vê destnîşankirinê êdî îro reng e bi rihetî bê gotin ku di warê helbestê de Berbejna Rê ya Lal Laleş Janya ya Rênas Jîyan GulûCinûKavil a Osman Mehmed û Selpakfiroş a Kawa Nemir çend ji berhemên rêxweşker in li ber qonaxa ku helbesta Kurdî ya nûjen hatîyê û tê re derketîye Li gorî ku Lîs dide xuyakirin Selpakfiroş a ku çapa wê ya pêşîn di sala 2003 yan de li Stembolê ji alîyê Weşanên Rewşen nameyê ve hatibû kirin ji mêj ve di pirtûkxaneyan de peyda nedibû lewma jî bi çapeke birêkûpêk bo cara duyem piştî 11 salan hat çapkirin da ku ji nû ve bikeve refikên pirtûkxaneyan û nifşê nû yên xwînerên helbesta Kurdî bikaribe beşeke girîng a kelepora helbesta Kurdî ya vê serdema zêrîn a dîyarkirî bixwîne

Lis Basın Yayın
Veca li ku ye nane me lo welate ku kaniyen wi dimiçiqin biren wi ji bir dikin me me neziki gumeguma sarincen vala dikin Em çiya bi çiya çun geli bi geli sernişiv bun nin bu darek Em ketin zivingan ziving bubun lanen baçermokan Me seyen dirr i beyani ditin li axpin u bintaran Veca li ku ye nane me zaroken te yen berdar Ji Selpakfiroşe