Senem Xanim
Mezopotamya Vakfı Yayınları
Weqfa Mezopotamyayê di sala 2017an da bi xebata perwedeya folklorê gelek berhevkar gihandin Ev pirtûka li ber destê we yek ji berhemên wê xebatê ye ku Cemîl Çelîk berhevkarîya çîrokên dîwanan kirîye Ev çîrok hem bi awayê helbestkî hem bi awayê pexşankî tên gotin Pirtûka berhevkarîyê ya Cemîl Çelîk ya bi navê Senem Xanim ê ji çîrokên dîwanan pêk tê Wekî ku di pêşgotina pirtûkê da jî hatîye gotin Ev cure çîrok ji ber ku di dîwanên axa paşa û gundan da hatine gotin wekî çîrokên dîwanan hatine binavkirin Çîrokên di vê pirtûkê da ji herêma Serhedê hatine berhevkirin Di pirtûkê da bi tevahî 8 çîrok hene û berhevkar di beşa herî dawîyê ya pirtûkê da bi kurtasî be jî behsa jiyana zarbêjên çîrokan dike