Senfonîka
Bejing Yayınları
Senfonika
Weşanên Bêjingê (Bêjing Yayınları)
Ez ê biçim Û tu yê li paş min bimînî weke rabirdûyeke rûreş Ez ê xatir ji te bixwazim weke rêwiyekî neveger Û tu yê ji min paş bimînî weke gundekî kavil Ez ê kêm bimînim û bi kêmaniyên xwe serfiraz bibim li dorhêla xirbemalên gundên êzîdiyan Ji serê şûrê çûyînê şîr diniqute bi ser dilê zarokên berşîr ve Û tu yê destê xwe hine bikî ji kêfa tenêtiya xwedayî