Serdema Qazîmazî — Helîm Yûsiv

Serdema Qazîmazî
Helîm YûsivSAR YAYINLARI
Serdema Qazîmazî
Helîm YûsivSerdema Qazîmazî Mêrê ku li teriya xwe digere Di çîroka Trênek û sê welat de serkirdeyê çîrokê li Surîyeyê li benda trêna Azadiyê ye lê belê li gor gotina Kalo ji bo hatina wê tirênê hîn gelek zû ye dibe ku bi salan jî neyê Lê belê serkirdeyê çîrokê her li dû wê azadiyê ye ber bi welatên şarezatir ve diçe ku xwe bigihine trênê Vê carê li Tirkiyeyê ye Bi teşqele ji sînor derbas dibe diçe rawestgeha trênê Kalo dîsa li wê derê ye Li ser pirsa wî Kalo jê re zelal dike Ew trên li vî welatî kar nake xerab bûye Hin dixwazin çêkin û hin ji naxwazin Her du ali li ber hev didin Bi rastî jî çîroka rojavayîbûna Tirkiyeyê eyn wiha xerabûyî ye di navbera kemalîst û îslamîstan de her diçe û tê Derba sisêyan li Almanyayê diceribîne Lê Kalo vê carê jî jê re eşkere dike ku ew dereng maye û trên ji zû de derbas bûye Em têgihijin ku di vir alegorîyeke politik heye ku ew rawestgeh eyn wek odeya bendamenê ya Dîrokê ye dema mirov li welatê xwe li bendê be ji hatina wê re gelek dem divên lê mirov here welatên Rojava jî trên ji zûde ye çûye Ji bo redkirin hilweşandin û reva ji wê odeyê alavên ciwankarî yên hunerê jî gelek in Di repertuwara van çîrokên li ber dest de car bi car xwerû politik bibe jî jê zêdetir mîzah îronî hêma û pişkên realizma efsunî ew alav in Lê nivîskar van alavan ne ji bo kolandina tûneleke revê ji hepsa bendemanê lê belê mîna wan peykerên ku xwe ji zinarên xwe teraş bike ew jî bi hilweşandina dîwarên wê odeyê re figūra vegotina xwe derdixe holê Ferzan Şêr

Sar Yayınevi
Serdema Qazîmazî Mêrê ku li teriya xwe digere Di çîroka Trênek û sê welat de serkirdeyê çîrokê li Surîyeyê li benda trêna Azadiyê ye lê belê li gor gotina Kalo ji bo hatina wê tirênê hîn gelek zû ye dibe ku bi salan jî neyê Lê belê serkirdeyê çîrokê her li dû wê azadiyê ye ber bi welatên şarezatir ve diçe ku xwe bigihine trênê Vê carê li Tirkiyeyê ye Bi teşqele ji sînor derbas dibe diçe rawestgeha trênê Kalo dîsa li wê derê ye Li ser pirsa wî Kalo jê re zelal dike Ew trên li vî welatî kar nake xerab bûye Hin dixwazin çêkin û hin ji naxwazin Her du ali li ber hev didin Bi rastî jî çîroka rojavayîbûna Tirkiyeyê eyn wiha xerabûyî ye di navbera kemalîst û îslamîstan de her diçe û tê Derba sisêyan li Almanyayê diceribîne Lê Kalo vê carê jî jê re eşkere dike ku ew dereng maye û trên ji zû de derbas bûye Em têgihijin ku di vir alegorîyeke politik heye ku ew rawestgeh eyn wek odeya bendamenê ya Dîrokê ye dema mirov li welatê xwe li bendê be ji hatina wê re gelek dem divên lê mirov here welatên Rojava jî trên ji zûde ye çûye Ji bo redkirin hilweşandin û reva ji wê odeyê alavên ciwankarî yên hunerê jî gelek in Di repertuwara van çîrokên li ber dest de car bi car xwerû politik bibe jî jê zêdetir mîzah îronî hêma û pişkên realizma efsunî ew alav in Lê nivîskar van alavan ne ji bo kolandina tûneleke revê ji hepsa bendemanê lê belê mîna wan peykerên ku xwe ji zinarên xwe teraş bike ew jî bi hilweşandina dîwarên wê odeyê re figūra vegotina xwe derdixe holê Ferzan Şêr