Serê Sibê
Avesta Yayınları
Hîna serê sibehê bû Cêwîkê min telefonî min kir û got Ez ji gund hatime ez dixwazim bîskekê te bibînim Piştî çend mehên ku bav û birayên min deriyê malê li min girtibûn telefona wî ya ji nişkê ve tirs niqutandibû dilê min Piştî min telefon girt bi diltengî kêliyekê di hundir de çûm û hatim Axaftina diya min ya beriya çend pêlan bi telefonê di rihê min de zengilî Keça min ev çend meh in li malê hizûr nemaye Pismamê te yê li wir ji bavê te re gotiye min dîtiye destê keça te di destê lawekî de bû Ji dema pismamê te wilo gotiye ji devê bav û birayê te hema agir dibare Bila haya te ji te hebe keça min