MejelleKitap fiyat karşılaştırma

ŞEREFNAME DVD AZAD — KOLLEKTİF

ŞEREFNAME DVD AZAD
142,50
KÜRT TARİHİ İNCELEME

ŞEREFNAME DVD AZAD

KOLLEKTİF

AZAD

KÜRTÇE
Kitapsan

ŞEREFNAME DVD AZAD

KOLLEKTİF

Ez ku nivîskarê van rûpelan im navê min Şerefê kurê Şemseddîn e Çavê min li meziniya Xwedê ye û ez hêvîdar im ku alîkarê min be û min di vê dinyayê de serfiraz bike û ji asteng û giriyên wê dinyaya din jî rizgar bike Di kemilîna ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de piştî ku min destê xwe yê rast û destê çepê nas kir min di xwendewariyê de hêz û taqet bi dest xist û ez bi hezaran milên zanistiya zahirî û batinî hîn bûm Çi tiştên ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e min ji her tiştî gelek zanîbû û bi sererastî û meharetî ketim ser kar û barên dîwanê û wê çaxê heta niha hemû bi hêz û mecalên xwe ve ez bi xwendina serpêhatî û dîrokan mijûl im ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in ew dîrokzanên ku lehengên nav şekerîstana serpêhatî çîrok deng û behsan in heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine behs û dengên gernas û sernasên Kurdan nekirine bin devê pênûsê ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tam û bîhna xwe de wek hingivîn û gezoyê ne gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine Ez î jar bêtaqet bêdest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min gelek der behs û serpêhatiyên mirovên mezin kesên bi nav û deng serdar û fermanrewayên Kurd û Kurdistanê berhev bikim ên di dîrokên Ecem de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr raste rast bi xwe seh kirine binivîsim û navê wê deynim Şerefname Hemû armanc û daxwaza min jî ev e ku xanedanên mezin ên Kurdistanê navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe Yayınevi AZAD Yazar KOLLEKTİF Dil KÜRTÇE