MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Serencama Mirineke — Gabriel Garcia Marquez

Serencama Mirineke
146,20
Yabancı Dilde Edebiyat KitaplarıRoman

Serencama Mirineke

Gabriel Garcia Marquez

Lis Basın Yayın

201391 sf.
Şehadet KitapEn ucuz
Yaykoop
161,25

Lis Yayınevi

20131. baskı96 sf.
Kitap KağıdıKurdî / Kürtçe

çev. Cıwanmerd Kûlek

Yaykoop

Serencama Mirinekê xelekeke girîng e ji zincîreya berhemên Gabriel García Márquez wan berhemên giranbiha yên ku ji kaniya serpêhatî û çavdêriyên jiyana nivîskêr û cîhana derdora wî bi xwe dizên û bi şêwaza efsûnkar a Márquez têne hûnandin Ev romana ku berî ku nivîskar Xelata Nobelê wergire bi salekê derdiçe yek ji baştirîn mînakan e ku bi azmûneyên nivîskêr ên rojnamegeriyê û şarezayiyên wî yên rind ên hûnak û aşopê bişkiviye Serencama Mirinekê çîroka mirinekê ye mirineke ku ji bilî kuştiyê wê her kes pê dizane ku dê biqewime kujerên wê her tiştî dikin da ku hin rêgiriyê bikin li vê kiryarê lê kuştiyê wê bêhay gav bi gav ber bi dawiya ku çarenûsê diyar kiriye ve diçe Ev çîroka ku Márquez bi aşopeke xurt sêwirandî bi çavekî hûrbijêr dîtî û pênûseke tûj û nazik nivîsandiye û qewama wê vedigere bûyereke rastî a demên xortaniya wî li ser qewîtî û şîretên diya wî ancax piştî ku lehengên wê ji vê dinyayê koç dikin tê nivîsîn Yên ku vê çîroka dilsoj bi raz û nihêniyan meyandî bixwînin dê bibînin ku lehengê vê çîroka ku ne tenê li gundekî li perekî dûr ê cîhanê lê li şûnûwarên me jî encam dide hê jî di nav me de dijîn Kitêba ku mînaka herî kurt û bijareye ji şêwaz û nîgara yek ji mezintirîn nivîskarên cîhanê ên heta îroyîn G G Márquez bi saya Weşanxaneya Lîsê û wergerandina Ciwanmerd Kulek ji niha de cihê xwe yê yekta digire di nav wergerên ji wêjeya cîhanê de