Serpêhatiyên Ulysses — CHARLES LAMB

Serpêhatiyên Ulysses
CHARLES LAMBLis Basın Yayın

Lis Yayınevi
çev. Samî Hêzıl
Serpêhatiyên Ulysses a Charles Lambê nivîskar rexnegir û helbestkarê Îngilîz çîroka vegera bo welatê bav û kalan a peyayekî bi navê Ulysses û hevriyên wî yên dêran Ulyssesê cegerpola yê ku çav ji kulê nade hev di nava her cure zorî û zehmetiyan de ji xwe re riya çareseriyê peyda dike di gerdûna wêjeya mirovahiyê de bûye sembola konetiyê zîrekiyê jêhatîbûnê biryardariyê hezkirinê serqise sembola gelek taybetiyên mirovbûnê Viyana xurt a peyayekî ku piştî Şerê Troyê bi salan hewil dide ku bikaribe di nava deryayên har ên li jêr desthilatdariya yezdanan dorgeyên dûredest ên xelkên cihêreng û rawir û zindiyên seyr û tirsnak bobelat û malkambaxiyan re vegere welatê xwe Ithacayê ba jina xwe ya dilsoz Penelopeê û kurê xwe Telemachus Şer û qetl û qitûlên ku bi rê ve diqewimin hevriyên ku hemû dibin qurbanî û dawiya dawî serfiraziya ku bi vegera wî re bi tenê bi para Ulyssesê keyser dikeve Pirs ew e çi ka gelo di dawiyê de li welatê bav û kalan çi li hêviya Ulysses e Çembereke çîrokên ku xwe dispêrin mîtolojiya Yewnanên dêrîn ku di 1808 an de ji dastana Homeros a bi navê Odyssey ê hatiye wergirtin û ji aliyê Lamb ve ji nû ve hatiye nivîsandin ji wê hingê ve ye bûye yek ji klasîkên wêjeya mirovahiyê Xwendevanê Kurd ê vê wergera bedew a wergêrê jêhatî Samî Hêzil bi çêj û ekla Kurdiya me ya biqudret bixwîne û jê têr nebe