Şevek Şizofren
Lis Basın Yayın
Şevek Şizofren Lis Basın Yayın
Lis Yayınevi
Payîza dereng Bi metirsîyeke erjeng kitana xwe bi ser serê xwe dadike û di ber xwe de diponije hîv Awirên hîvê yên xwe ji şevê vedidizin yên ku ji şermê rûyê xwe ji şevê vedişêrin dikin ku şev li sîya xwe bilikume Kiras bi ser kirês de li xwe dike û reş dixeniqe hêdî hêdî Bayê ku bi kelecahdeke şaşwaz qetqetî û belawela ku nizane ber bi kuderê ve bisûre bi toz û tirabêlka deştê şevê distirê Şewqên li hawirdora hewşê bi hêlanî lê dînokî doş dibin li ser sîya pelên li ber bê vedilîzin diqusin Xuşîna pel û şaxên darên hewşê yên ku payîzê newqa wan tewandibû bi bê re xwe li binguhê têledirîyên ser dîwêr û derîyê heta ser piştê vekirî dixist Ecacokê pûş û qirşikên pirêzeyên şewitî tevî toz û tirabêlkê di derî û pencereyên xanîyê li xewleyê gund re dixist hundir Bêhna pirêzeyê û bêhna xanîyê li xewle li hev banîyan Dengê çîrokên bi pîşo paçînkirî ji dîwaran diçizirî Kûçikên li hewşa pêş û paşî ji hîva rûnixumandî tirsnaktir û ji ecacokê hartir gez dikin bê Qirşikên şewitî girêkan li girêza wan dixin Sorika çavên wan reş dixeniqe Gund kengî keysê lê bîne xwe bi kirasekî ji kewşê bi binkiraskekî şevê dinixumîne xwe ji xênî ji hîv û tavehîvê ji şevê û çîrokên paçînkirî vedidize Wekî niha Niha jî bi kitana hîvê bi toz û tirabêlka deştê