Şevhilat
Lis Basın Yayın
Zarokî xwendinên di zarokîyê de û di zarokîyê de demên li gel bavekî Yanî Dema Rabirdûyê Ciwanî lixwehaybûn axaftin û danûstandinên malbatî Yanî Dema Têdeyî Her sê hêmanên rabirdûyê û her sê hêmanên dema niha bandoreke giran li ser jîyana Zerîfeyê dikin û wê li hemberî nexweşîya erjengî hîn xurttir derdixin ser textebana jîyanê Zerîfe HEBÛNa xwe ya ji rabirdûyê ji bo XWEBÛNa xwe ya li nava dema niha diguncîne û mineta tu mirovan wernagire ta ku li qehremanê xwendina zarokîya xwe rast tê Bi hemû helwestên xwe nîşan dide ku ew wekî jinekê bi tena serê xwe dikare bi stareya zanînê gîyana xwe rapêçe û bibe XWE Bi vî awayî di nava xumamîya perdeya şîn a serdemekê de şev hiltê û rêwîtîya ji niha ber bi rabirdûyê ve dest pê dike Rabirdû dibe jîyana rasteqîn û wekî fîlmekî li ser rûpelan bi cih dibe Biner bavo ez ji pêyan im Têk neçûm Ciwanîya min hinekî derizî Bin neketim lê dilê min şikest Ew ê tu caran necebire û nebe wekî berê