Şêwaza Zanistê — İsmail Beşikci

Şêwaza Zanistê
İsmail Beşikciİsmail Beşikçi Vakfı
Şêwaza Zanistê
İsmail Beşikciimg src https s3 eu west 1 amazonaws com dia kitadagitim ckeditor_assets pictures 53 content_1_original_original jpg alt height 15 width 15 font size 1 color white font img

İBV İsmail Beşikci Vakfı Yayınları
Şêwaza zanistê rêbazek herî bi bandor e ku di derbarê fêmkirina civakê têkilîyên di navbera gelan de û her wiha nakokîyên wan ku dixe qada mijarê Têkilîyên di navbera zanist bîrdozî bîrdozîya fermî qedexeyên ramanê sazûmana sîyasî pergela sîyasî azadîya ramanê azadîya vegotinê azadîya akademîk de gelek giring in û her wiha lêhûrbûna ser wan mecbûrî ye Dema behsa zanistê bê kirin divê têkilîyên di navbera van têgehan de pêwendîyên wan eşkereyî li ber çav bê raxistin Di şêwaza zanistê de nedîtina dîyardeyan înkar kirin serobino kirin li gor nîyet sîyaset û îdeolojîyê lê anîn ne pêkan e û her wiha etîk jî nin e Têgeha zanistê di van salên dawîn de ji peywenda xwe hatî dûrxitin Hewce bê dîtin an neyê dîtin li her cihê tê bikaranîn Ev pêvajo hundirê peyva zanistê vala dike Di dîrokê de mirovên zanistê ji bo etîka zanistê ji şêwaza zanistê tawîz nedane Her ku dema tûndî çewisandin terora dewletê de ji çarçoveya şêwaza zanistê derkevin ewqas ji zanistvanîyê dûr dikeve Di vê xalê de ji ber ku Îsmaîl Beşîkcî ji etîka zanistê re dilsoz maye û li hember hemû çewisandinan paş ve gav neavêtîye di jîyana xwe de 17 salan bê navber di girtîgehan de derbas kirî ye Rûmet wîcdan û etîka zansitê û her wiha ya zanistvanan parastî ye di dinyayê de bûye mirovek mînak û rêz lê hatî girtin Zanist rêbazeke gelek girîng e Parastina zanistê ji bo civakên modern nirxeke jêneger e Ji ber vê yekê jî nîqaşên derbarê naveroka zanistê de jî divê ciddî bê girtin Armancek wiha ya pirtûka di destê we de heye Bi hêvîya ku kurdîya pirtûkê cihê xwe bigre