Sexiştiyen Kurmanci Xorasan
Wardoz Yayınevi
Sexiştiyen Kurmanci Xorasan Kısa Özet Bi hevkariya Celîlê Celîl û Gulê Şadkam Sêxiştî di nava folklora Kurdan da li seranserê Kurdistanê û dîyasporaya wê da hunereka pir hezkirî û belavbûyî ye Herçiqas ji hev piçekî cihê bin jî heyranok dilok dûrik sêrêzî ji malbata sêxiştîyan in Celîlê Celîl û Gulî Şadkam di sala 2011 an da li Xorasanê gund bi gund kon bi kon gerîyane û wan ev sêxiştî kom kirine Ev xebat ji 1701 sêxiştîyên herêma Xorasanê pêk tê Sêxiştî ji sê rêzan pêk tên û li ser mijarên cur bi cur tên gotin bi teql û rîtmîk in Di sêxiştîyan da her du rêzên pêşîn bi awayekî xurt bi hev ve têkildar in û di bîra stranvanan da bi hev ve girêdayî dimînin ji hev naqetin Rêza sisêyan li Kurdistanê wekî adet azad e ew giranîya naveroka stranê nîyeta bingehîn digire ser xwe