Şıkefta Filozofiye
Lis Basın Yayın
Lis Yayınevi
Baran û Dîlan Cêwîk in Her du zarok rojeke Newrozê didin pê keskesorê ku xezîneya di bin serê wê de bibînin û ji xwe re bînin Ew li pê keskesorê gelekî ji gundê xwe bi dûr dikevin û li ser girekî xwe digihînin serê keskesorê Serê keskesorê li ser devê şikeftekê ye û her du zarok dikevin vê şikeftê Di şikeftê de heft jê li alîyê rojhilat û heft jê li alîyê rojava çardeh derî hene Her derîyekî şikeftê zarokan dibe demeke dûr ba fîlozofinan û giregirine dîrokê Kalên Zerdeştî Enkîdû û Gilgamêş Hermes Tût Manî Ehmedê Xanî Rabîaya Bedew û Mazdek li pişt derîyên li alîyê rojhilat û Perîandros û Pîttakos û Khîlon û Bîas û Thales li pişt derîyê yekemîn ê li alîyê rojava pêşwazîya zarokan dikin Wekî din li pişt derîyên din ên li alîyê rojava jî gelek fîlozof û giregirên dîrokê pêşbazîya wan dike Dîlan û Baran dê li pişt van derîyan li pê Rastî û Ronayîyê herin û hînî gelek ramanên felsefî bibin