Şikoye Hesen Qalçiçek
Nubihar Yayınları
Berhevoka helbestên wî ya ewilîn Qalçîçek sala 1961ê li Yêrêvanê hate weşandin Bi vê berhevokê Şiko wek helbestvanekî xweyîşuhret di nav xwendevanan da hate naskirin û hezkirin Li nav helbest lihevanînên helbestvanên wê demê yê bêtehm bêreng da Qalçîçek wek baqek kulîlkên berbiharê yên rengîn di nav helbestên Kurdî da xuliqîbû Helbestvanekî esil peyayî meydana edebiyeta Kurdê Sovêtê bûbû Ev xeta hema der heqa wî da ne Tu dengbêjê erş û erda Tu dengbêjê baxçê nûr Tu mêzîna dilê benda Eşq û şaya huba nûr Eskerê Boyîk