Şivanê Kurmanca
Lis Yayınevi
Ev berhema ku Mistefa Aydoganê romannûs lêkolîner û zimannasê Kurd veçapa wê li gel awayê wê yê tîpguhastî û pêşgotineke dirêj amade kiribû di sala 2007 an de ji alîyê weşanxaneya me ve hatibû weşandin Niha jî em vê berhema nivîskarê navdar Erebê Şemoyî dîsa bi amadekarîya birêz Mistefa Aydoganî ji bilî serrastkirina çend şaşîyên piçûk ku piranîya wan di çapa yekem de ji ber şaşîyên teknîkî peyda bûbûn wekî berhema orîjînal a sala 1935 an cara duyem çap dikin û pêşkêşî we dikin Xwendevanên me yên ku li ser serpêhatîya vê berhemê doza agahdarîyên berfirehtir dikin dikarin li pêşgotina çapa yekem binêrin Lewre li ser daxwaza Mistefa Aydoganê amadekarê pirtûkê lêkolîna ku bi çapa yekem re wekî pêşgotinê hatibû weşandin bi çapa duyem re nayê weşandin Ji ber ku ew dê wekî xebateke cuda amade bibe û bi awayê pirtûkeke serbixwe pêşkêşî we bibe Weşanxaneya me bi weşandina çapa vê berhemê ya duyem bextîyar e û hêvîya me ew e ku xwendevanên me jî dê pê bextîyar bibin