Siwaren Reş Ji Pişta Behran Hatin — Stephen Crane

Siwaren Reş Ji Pişta Behran Hatin
Stephen CraneLis Basın Yayın
Siwaren Reş Ji Pişta Behran Hatin
Stephen CraneStephen Crane Yek ji gewreyen helbesta sedsala 19 e ku Emerikaye diyari Cihane kiriye Helbestkare şer dimenen jiyana rojane baweriye şayişa mirovane ye ku bi zimaneki sivik ku xerce kem helbestkaran e kurayiya gotin e nişan dide Helbestkare ku helbesta wi bi per u basken xwe ve di nava bi dehan salan re dide xwe u difire 107 helbesten Stephen Cranee peşeng u peşxebere Wiliam faulkner u ernest Hemingway u geleken din bi Kurdi Ewe ku gotiye Li Beyabane

Lis Basın Yayın
Stephen Crane Yek ji gewreyen helbesta sedsala 19 e ku Emerikaye diyari Cihane kiriye Helbestkare şer dimenen jiyana rojane baweriye şayişa mirovane ye ku bi zimaneki sivik ku xerce kem helbestkaran e kurayiya gotin e nişan dide Helbestkare ku helbesta wi bi per u basken xwe ve di nava bi dehan salan re dide xwe u difire 107 helbesten Stephen Cranee peşeng u peşxebere Wiliam faulkner u ernest Hemingway u geleken din bi Kurdi Ewe ku gotiye Li Beyabane

Lis Yayınevi
Weşanxaneya Lîs a ku ji sala 2004 an û vir ve ye li Amedê di warên berhemên telîf û wergerê de bi karên xwe yên berfireh ên weşandin çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e piştî wergera çendîn berhemên nivîskar û helbestkarên cîhanê yên wek William Shakespeare William Blake Emily Dickinson R L Stevenson Charles Lamb William Faulkner John Steinbeck Franz Kafka Stefan Zweig Marguerite Duras James Joyce Gabriel Garcia Marquez William Saroyan Juan Rulfo J M Coetzee Yaşar Kemal Harry Martinson Selma Lagerlöf Mikael Niemi Äsa Lind Sema Kaygusuz Jaklin Çelik Leylâ Erbil Müge İplikçi Murathan Mungan A Hicri İzgören Ahmet Telli Şükrü Erbaş Mehmet Çetin Mustafa Köz Hasan Bildirici û Selîm Berekat vê carê bi wergera Kawa Nemir di berhevoka bi navê Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin de 107 helbestên Stephen Craneê nivîskar helbestkar û rojnamevanê Emerîkan weşandin Wêjeya Emerîkan wêjeyek e ya ku di her qonaxeke demê de bûye xwedana hêz û şîyanê û gelek helbestkar û nivîskarên wek Walt Whitman Henry Wadsworth Longfellow Ralph Waldo Emerson Emily Dickinson Edgar Allan Poe Nathaniel Hawthorne Herman Melville Henry James William Faulkner Ezra Pound Ernest Hemingway Amy Lowell Robert Lowell Sylvia Plath Marianne Moore Sherwood Anderson H D Hilda Doolittle Elizabeth Bishop Lawrence Ferlinghetti Allen Ginsberg Jack Kerouac Vachel Lindsay Sara Teasdale Anne Sexton Hart Crane William Carlos Williams Wallace Stevens Carl Sandburg Robert Frost Langston Hughes Charles Bukowski Stanley Kunitz Billy Collins û gelek navên ku hê jî sax in dîyarî mîrateya cîhanê ya hevbeş kirine Stephen Craneê 1871 1900 nivîskar rojnamevan û helbestkarê Emerîkan her çi qasî helbestkarîya wî her tim li ber sîya romannûsîya wî maye bi taybetî romana wî ya bi navê The Red Badge of Courage Mîdalyaya Wêrekîyê ya Xwînî ya ku yek ji wan mezintirîn deqan e ku şer û derûna kesên ku tevî şer dibin dibêjin lê xweş tê zanîn Stephen Crane helbestkarekî wisa ye ku risteyên wî kurt û puxteyî xwezayî xurt îronîk û ne hestyar in Ev nivîskar û helbestkarê gewre di 1 ê Sermaweza 1871 ê de li Newarka parêzgeha New Jerseyê ji dayîk bûye û hê di temenekî biçûk de bi nivîsînê re nasyar bûye Di salên 1890 î de nivîskarên nûhatî hewil dan ku tixûbên xaka Realîzmê firehtir bikin bi Împresyonîzmê Sîmbolîzmê û carinan jî bi nêzîktêdayînên Romantîzma Nû Demeke zêde di ser re derbas nebû Stephen Crane di wî temenê xwe yê xort de bû karîgertirîn û mezintirînê van pêşengên ku doza nûxwazîyê dikirin û tê heye ku peyam û raspêrîya Walt Whitmanê mezin wergirtibûn û ew yek bi cî dianîn Hê di bîst salîya xwe de yekem pêşnumaya romana xwe ya pêşîn Maggie A Girl of the Streets Maggie Keçeke Kuçelanî nivîsî Romana wî ya duyem a bi navê The Red Badge of Courage Mîdalyaya Wêrekîyê ya Xwînî tevî ku derketina wê çend caran hat texîrkirin dawîya dawî dema ku roman derçû dengekî mezin veda Guhertoyeke romanê di rojnameya Philadelphia Press ê de û bi sedan rojnameyên din de di sala 1894 an de hat tefrîqekirin Lê mezintirîn serfirazîya romanê ew bû ku piştî van tefrîqeyan bi salekê li Brîtanyayê wekî pirtûk hat çapkirin roman û Crane ew her du li welatê pirtûkan li Brîtanyayê gelekî navdar bûn Zimanê yekem dîwana Crane a bi navê The Black Riders Siwarên Reş zimanê rojnamevanîya wî ye ji ber ku li gorî helsengandinekê hevpeyvînên wî ji sêrî de helbestî bûne Helbestkarîya Stephen Crane bi wateya xwe ya helbestkarbûnê şer û di deqsazîya xwe de nêzîkî ezmûna wan helbestkarên şer e yên ku di nava wan de di sêrî de Wilfred Owen Edward Thomas Alun Lewis Siegfried Sassoon Isacc Rosenberg Christopher Caudwell û çendekên din in Ji van navan pirranîya wan jîyana xwe li qadên şer ji dest dane lê cîyawazîya Stephen Crane ji wan ew e ku ew di qada şer de birîndar nebûye neçûye şer yan jî jîyana xwe li wan deran ji dest nedaye bi tenê wekî rojnamevan di qadên şer de nûçegihanî kirîye Bes