Siwariyen Sersor
J&J Yayınları
Rojek pêş civînê hêdî hêdî mîrên zend û êlên nêzîk hatin Mîrên Kurecîyan Kawîyan Girêşûrên manî Atmîyan Çeqelan mîr Şamik ê Çûxreşan û Mustafa yên Alxasan hinek ji wan bûn Piştî nîvro mîrêmîranî Reşîyan bi yên Sinemilan û Topan ve hatin Piştî wan mîrên Îzolan Bertîyan Tîrkeşan amade bûn Devdevê êvarê jî mîrêmîra yî Qeregeçîyan û mîrên Şêxan CelikîDelikîyan Sewêdîyan Têrîkîyan Şamîyan Tîtkan Şadîyan hatin Herî dawî jî mîrêmîran î Canbegan yê li deşta Qonyayê dijîn hat Bi wî re bereber mîrên Dirêjan Pehlîwanîyên li Yozgatê û bi dehan mîrên êlên din hatin û zozan di bin hesp esker û mîran de mabû Tenê mîrê Berazîyan û mîrê Girêşûrayî çûnî nehatibûn Wekî din hemî hatibûn heta fermandarê Exîlê mîrê Mirdêsîyan Lala ji Zerikîyên Ataqê Ehmed jî di nava kesayetîyên hatinî de bûn Ji Farqînê serokê Sewêdîyan Mîr Dîyadîn jî hebûn