Sîya Dil
Pung Yayınevi
Sîya Dil Helbestkar di nivîsên xwe de bi şêweyekî sade lê kûr li ser evîn xerîbî bîranîn û nasnameyê vedibêje Ev pirtûk yekem hewldana wê ye ku dengê hundirê xwe bi peyvan veguherîne û bi xwendevanan re parve bike Leyla ez westiyam Navê te bang dikim li deşt û geliyan Dinyayê tijî dikim bi gazin û giliyan Li tavê te digerim nav zindî û miriyan Leyla Te got Here û ez çûm Derd û bela li min bû kom Hêdî hêdî dihelim wek mûm Ne dil ne reh ne rûh û ne giyan bûm pençek qûm Leyla Dengê te dibihîzim li pişt hemû deriyan Şêjna te dibînim di wan du zuwa qumriyan Bi xatirexwistinek sar bûm volkan û kelyan Du jiyan didim xayin zeman berdêla du kêliyan