Sobarto — Helîm Yûsiv

Sobarto
Helîm YûsivPeywend
Sobarto
Helîm YûsivSobarto ne tenê çîroka salên agirê sînemaya Amûdê razên sert ên zarokatiyeke lidûmayî û evîneke têkçûyî ye di heman demê de di nav îmkanên çîroksaziyeke xurt û pirhêl de çîroka miletekî bindest û çerxa feleka wî ya çep e jî Fînala wê ya balkêş û reşbîn sembol û motîfên biçûk ên ku hêdî hêdî dibin parçeyên yekûnekî derî li alegoriyeke netewî vedikin Sobarto belkî ji wan romanên yekem ên kurdî ye ku di rengekî şexsî de gav bi gav berê xwe dide wêneyekî giştî yê netewî û bê ku ji edebiyatê tawîz bide me li ser vê têkçûnê sewqî hişyariyekê dike

Sar Yayınevi
Sobarto Bi destpêkirina xwendina romanê re tu yê têkevî nav tevna bûyerin ecêb û wê hevok bi hevok mereqa te ya berdewamkirina xwendinê zêde bibe Vebêjer her tiştî li ser karekterên romanê nade dest te herikîna bûyeran û honandina çîrokên ku yek ji zikê ya din derdikeve ronahiyê davêjin ser hemû aliyên romanê Carinan mirov dibê qey ev romaneke ji mecaz û sembolan pêk hatiye carinan ji mirov xwe di nav realîteyeke tal û tazî ya jiyana me ya rojane de dibîne Lê her carê jî mirov li hember tevneke wêjeyî û sihirbaz e Mesûd Hesen